Li Iraqê teqîn: 45 şehîd û bi dehan birîndar

Bexda-KDP.info/ Duhî li navçeya Şehreban li pêşiya mizgeftekê bombeyek hate teqandin û di encamê de 20 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndarbûn
Jêderekê li polîsê herêmî û tendirustiyê ragihand ku: Piştî dawîbûna nimêja roja înê bombeyek li pêşiya mizgefta Ebu bekir Sediq li bajaroka Wecîhiyê a ser bi navçeya Şehreban li bakûrê rojhilata Baqubeyê hate teqandin.
Herweha polîsê parêzgeha Diyalayê ragehand ku, Duhî di encama teqînekî li berdem mizgefta Ebûbekirê Sedîq li taxê Wecîhe de 61 welatî bûne qurbanî.
Çavkaniyên polîs ev yek eşkere kirin ku, ev teqîna han bi rêya bombeyeke wedayî pêk hatiye û di encam de 25 welatî canê xwe ji dest dane û 36 welatiyên din jî birîndar bûne




