26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fransa: Şêwrên welatê me bi Erebistana Siûdî re berdewamin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezareta derve ya Fransayê ragihand ew, di derbarê rewşa Sûriyeyê de, şêwrên berdewam ligel Erebistana Siûdî dikin.

Berdevkê wezareta derve ya Fransayê Philippe Lalliot got Erebistana Siûdî welatekî sereke ye li Herêmê û hevparekî girîng e ji bo dîtina çareseriya siyasî li Sûriyeyê.

Philippe Lalliot diyar kir ku şêwrên welatê wî bi Erebistana Siûdî re berdewam û organîzekirîne. Ew stûbariyên siyasî, mirovahî û ewlekarî yên rewşa Sûriyeyê di nav hev de leva dikin.

Berpirsên Fransayê dibêjin Erebistana Siûdî gerantiya wê yekê ye ku çek ne kevin destê grûpên tundrew.

Çend parlemanterên Fransî di daxuyaniyekê de bang li hikûmeta welatê xwe kirin ku çekan radestî opozisyona Sûriyeyê neke .Heman parlemanteran bang li rewta demokrat kirin ku li hember serdestiya tundrewan rawestin

Nûçeyên têkildar