26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Êranê hêzeke zêde aniye ser sînorê Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Êran-KDP.info/ Bi armanca ku careke din êrîşî navçeyên sînor ên Kurdistanê bike, Komara Îslamî ya Îranê hêzeke zêde aniye ser sînorê Herêma Kurdistanê.

Li gor malpera World Tribune ya ingilîzî, bi fermana efserên bilind ên Artêşa Pasdarên Êranê, di çend rojên borî de hêzeke zêde ya pasdaran hatiye ser sînor û bi wan re hejmareke zêde ya tank û zirxpoşan jî hene.

Berpirsekî leşkerî yê Êranê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji malpera navbirî re gotiye; ‘’ Hêzên me di amadebaşiyê de ne bo lêdana çekdarên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku wek baskê Îranê yê PKK’ê tê naskirin û niha li çiyayên ser sînor bicîh bûne.’’

Berpirsê îranî wiha dibêje: ‘’ Êran dixwaze binkeyên leşkerî li navçeyên ser sînor deyne, daku her dema bixwaze bikaribe êrîşî wannavçeyan bike. Ji ber niha PJAK’ê jî xwe amade kiriye ji bo vê operasyona nû ya Êranê.’’ Basnews

Nûçeyên têkildar