25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta li gel aliyê dî yê Elpartî nebine yek şanda me navegere rojava

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Berî niha partiyên rojavayê Kurdistanê gelek cuda bûn dinav da peyda bûne û piştî şoreşa Sûriyê bizav dihêne kirin dûbare ew partî yek bigirine ve û bi merema yekgirtinê niha li Hewlêrê danûstandin dihêne kirin.
Berî niha partiyên rojavayê Kurdistanê gelek cuda bûn dinav da peyda bûne û ji ber ku piştî cudabûnê heman nav rakirîne yan jî bi guhorînên biçûk navên xwe guhartîne weku serikirdekê partiyeka Sûriyê gotî ye me heta ew bi xwe jî hindek caran navên hizbên xu li gel yên dî têkel dikin.
Piştî şureşa Sûriyê bizav dihêne kirin dûbare ew partî yek bigirine ve û bi merema yekgirtinê niha li Hewlêrê danûstandin di navbera her du hizbên partî dîmukiratî kurd li Sûriyê (alpartî) (di. Ebdulhekîm beşar) û partî dîmukiratî kurdî ya suriya (di. Lezgîn) di berdewamin.
Li dur wê yekê ka danûstandinên wan gehiştîne çi qunax, feyisel Îsmayil endamê kumîta navendiya Partî Demokratî Kurd Sûriya bo rojnameya evro got: " Şandekê me ji rojavayê Kurdistanê yê hatî ye hewlêrê ji bo ku li gel beşê dî yê Elpartî bibîne yek û heta niha danûstandin di berdewamin û bitinê hindek astengên biçûk yên mayin û bi anehiya xudê di demekê nêzîk da em her du partî dê mizgîniyeka xuş deyne gelê kurd û her du dê bîne yek."
Li dûv gotinên feyisel Îsmayil serikirdayetiya wan yên ku li rojavayê Kurdistanê bo danûstandinên yekgirtinê hatîne hewlêrê biriyar ya day heta bi rengekê fermî her du partî nebine yek ew nevegerine rojavayê Kurdistanê û got: " Em yên rêkeftîn ku nav be partî dîmukiratî kurd li Sûriyê."
Ji layê xwe ve behcet beşîr nûnerê partî dîmukiratî kurd li Sûriyê Elpartî (nesiredîn Îbrahîm) li herêma Kurdistanê bo rojnameya evro diyar kir ku ew bi hîvî ne yekgirtina di navbera her du balên di. Ebdulhekîm beşar û di. Lezgîn da çê bi be û paşî rê li ber yekgirtina wan jî li gel wan her du balan bihête vekirin.
Ji layê xwe ve Seyid Umer berpirsê peywendiyên der ve yê Elpartî di gotarekê da diyar kirî ye ku bizav bo dirustkirina parteka serdemane û bi hêz pêdivî bi wê yekê ye ku hemû beşên Elpartî di pêkhata yek partiyê da kom bibin û dibêjît: " Qunaxa bihêt bitinê dê qunaxa partiyên mezin be û hizbên biçûk çi karîgerî li gurepana kurdî û Sûriyê nabe û çi rêgirî beramber yekgirtinê nînin bitinê heke xwastên kesayetî û berjewendiyên bertengên partayetî nebin û Elpartî bihêze û destê xwe bo hemû piroseyên yekgirtinê dirêj dike ji bo ku aliyên Elpartî di yekgirtineka siyasî ya rêkxistinî ya mezin da bişên bi karên mêjûy û exlaqî beramber gelê rojavayê Kurdistanê bi rawestin

Nûçeyên têkildar