25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê herêma Kurdistanê bi hijmarek ciwanên Kurdistanê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi wan ciwanên Kurd yên ku, bi armanca bibîranîna rêpîwana dîrokî ya Barzaniyê Nemir li berdem parlementoya Kurdistanê ber bi rûbarê Arasê ve birê ketibûn re civiya.

Di destpêka hevdîtina han de Sekreterê yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê Omîd Xweşnav li ser navê ciwanên han spasiya Serok Barzanî kir û pişt re jî bi awayekî kurt behsa sedema ev çalakiya han kir û ragehand ku, armanc ji vê çalakiya han nasandina beşek ji dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e.

Piştî bi dawî hatina axaftinên Omîd Xweşnav hijmarek ji beşdarwanên çalakiyê jî behsa çalakiya han kirin û ragehandin ku, em di çaçoweya vê çalakiya han de ev êş û azarên ku, Nemir Mele Misfera û hevalên vî tehemol kirine cerbandin

Pişt re jî Serok Barzanî bixêr hatina wan ciwanan kir û jiber çalakiya han jî destxweşiyên xwe pêşkêşî wan kir û ragehand ku, Dîroka xebata gelê me têjiye ji dastanên qehremanî û serwerî û pêwîste ciwanên Kurd dîroka têkoşîn û rizgariya xwe bi başî binasin û bizanibin ku, ev azadî, aramî û destkeftên ku, îro li Kurdistanê de hatine bidestxistin berhema ked û xebateke demdirêj û qurbanî daneke gelek zêde ne lewre dibe werin parastin.

Serok Barzanî behsa vê yekê jî kir ku, niha dewlet û saziyên navnetewî behsa başiya rewşa Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de dikin û kompaniyên mezin yên cîhanê jî di nava reqabetê dene ku werin li Kurdistanê de dest bikar bibin, lêbelê hîn jî di nava Kurdistanê de hin kes û alî hewl bo vê yekê didin ku, rewşa Kurdistanê aloz bikin û rastiyan weşêrin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa berxwedana gelê me di demên derbasbûyî de, pêdeviya hişiyariya ciwanan bo qonaxa niha û paşerojê kir û got: Neyarên gelê me li dijî gelê Kurd her cure çekek bikar anîne, gelê Kurd enfal û kîmiyabaran kirin gund û bajarên Kurdistanê şewtandin lêbelê nikarîn îradeya gelê Kurd û baweriya gelê Kurd bi xwe bişkînin lê niha jî her ev neyarên han bi rêyên din hewl bo şikandina îradeya gelê me didin û dixwazin asta baweriya gelê me bi xwe kêm bikin û hestên nîştimanperwerî û welatparêzî di nav ciwanên me de kêm bikin lewre dibe hun weke ciwanên Kurd çavên xwe vekin û bi ti awayî derfetê nedin ku, neyarên gelê Kurd bigehêjin armancên xwe, pêwîste dîroka gelê xwe bixwînin û serweriyên dîrokê biparêzin û xwe bo paşerojeke geş amade bikin

Nûçeyên têkildar