26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Muhemmed Qeredaxî: hukûmeta herêma Kurdistanê pabendî bi hemû biryarên parlîyamentê ye

Çavkanî: KDP.info

Sekreterê qanûnî yê encumena wezîrên Hukûmeta Herêma Kurdistanê Muhemmed Qeredaxî di bêjedanekê de ragihand, em bi evê hêvîyê ne ku budceya herêma Kurdistanê bi kêm û kasîyan ve bo hukûmetê vegere.


Di evê derbarê de li gorî PNA Qeredaxî da xuyakirin, ku di evan demên nêz de hemû pirojeya sîyasî tê pesendkirin û bo hukûmetê vedigere.


Herweha Qeredaxî got, hukûmeta herêma Kurdistanê pabendî bi hemû biryarên Parlîyamentê ye, em weha jî dibînin ku ev budca han li parlîyamentê gelek gufûgo li ser hatîye kirin, gelek xal jî hene hatine gengeşekirin û di van demên nêz de jî tên pesendkirin, heger ti kêmasî têde hebe dê parlîyament bi xwe çê bike.


Qeredaxî weha jî da nîşandan, ku heger budce bo hukûmetê vegerîya wê demê hukûmet hemû biryarên parlîyamentê cih bicih dike.
 

Nûçeyên têkildar