Etroşî daxwaza Şehristanî dike sedema kîna xwe li hember Kurdan xuya bike
Endamê hevpeymanîya Kurdistnî û endamê komîta neft û gasê di parlîyamenta Iraqê de Ferhad Etroşî di beyannameyekê de ku kopîyek jê gihaye KDP ragihand, ku cihgirê serokê wezîrên Iraqê bo kar û barên wize careka din gefan dide kompanîyên petrolên cîhanî da ku girêbestan bi herêma Kurdistanê re muhr nekin.
Wek tê xuyakirin, ku roja 20 evê mehê nivîsgeh Huseyîn Şehristanî ragihand, ku kompanîya Exxon Mobile ya Amerîkayî peyman daye, ew dê karên xwe li herêma Kurdistanê rabigire da ku Hewlêr û Baxdadê li ser girêbestên neftê li hev bikin.
Herweha Etroşî dibêje, roj bi roj rûya rasteya Şehristanê tê xuyakirin û pêşî pêşhatan dijayetîya Kurdan dike.
Etroşî weha da nîşandan, ku piranîya ewên gihana dîdara Şehristanî weha dibînin, ku Şehristanî kesekî pesende, lê belê dema tê behsa Kurdistanê ew kontrola xwe ji dest dide.
Li dawîyê Etroşî daxwaza Huseyîn Şehristanî dike ku sedema ew kîna mezina xwe li hember gelê herêma Kurdisyanê xuya bike.




