Hoşîyar Zêbarî: dibe ku qeyrana Sûrîyê welatên cîran rastî şerê navxwe bike

Duhî roja şemîyê, Wezîrê derveyê Iraqa fedral Hoşîyar Zêbarî dibêje, ku bandûra qeyrana Sûrîya dê welatên cîran jî bigire û dibe ku ev welatên han jî rastî şerê navxweyî bihên.
Wek tê xuyakirin, ku piştî keftina firrokeyeka şerê ya Turkîya ji alîyê hêzên asmanîya Sûrîya li ser derîya Sipî roja înê, Hoşîyar Zêbarî weha got, em di xema evê çendê de ne ku ev qeyrana han a Sûrîya berpêşve here û bikeve nav welatên cîranên Sûrîya.
Herweha Zêbarî got, ji ber pêkhata olî û neteweyî û cora pêwendîyên şînîyên Sûrîya, ti welatekî deverê ji bandora evê mijarê rizgar nabe.
Hoşîyar Zêbarî weha jî da nîşandan, ku ber pêş ve çûna qeyrana Sûrîya dikare şerê navxwe li Iraqê, Turkîya, Ûrdun û Lubnanê cêbike.




