BDP: Divê parlamento piştî Remezanê bi awayek awarte bicive
Enqere-KDP.info/ Wekîla serokê koma BDPê li parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan ragihand ku divê parlamento piştî Remezanê bi awayekî awarte bicive.
Perwîn Buldan li parlamentoya Tirkiyê civînek çapemeniyê lidarxist û wiha got: “Ger mirov li kolanan daxwaza demokrasiyê bike, nabe parlamento bikeve betlaneyê.”
Buldan destnîşan kir ku divê paketa demokrasiyê ya ku BDPê pêşkêş kirî, bi awayekî lezgîn bixe rojeva xwe û piştî Remezanê, parlamento bi awayekî awarte bicive.
Perwîn Buldan wiha got: “Divê bi awayekî lezgîn reformên demokratîk bikevin rojeva parlamentoyê. Divê em li benda meha cotmehê nemînin.”
Wekîla serokê koma BDPê Perwîn Buldan derbarê paketa demokrasiyê ya ku hikûmeta Tirkiyê li ser daxive jî diyar kir ku hikûmetê di vî warî de ew agehdar nekirine. Rûdaw




