Emerîka di derbarê biçekkirina opzisyona Sûriyê de dudil e

Emerîka-Ajans/ Koçka Sipî ragihand ku Rêveberiya Emerîka rojane têkiliyê bi opozisyona Sûriyê re datîne.
Koçka Sipî got ku ev têkilî ji bo wê yekê ne ku Emerîka şêweyên peydakirina pêdawîstiyên opozisyonê guftûgo bike.
Berdevkê Koçka Spî, Jay Garney destnîşan kir ku ew şêwrên berdewam di derbarê alîkariya Sûriyê de ligel Kongresê dikin.
Garney derbarê helwesta serokê Emerîka Barack Obama de jî wiha got: “Serok Obama di wê baweriyê de ye ku alîkariyên Emerîka gellekî girîng in ji bo pêşxistina karînên opozisyonê.”
Piştî ku Rêveberiya Obama biryara biçekirina opozisyona Sûriyê dabû, hinek komîteyên Kongresê tirsên xwe di vê derbarê deeşkere kiribûn ku ev çek bikevin destê grûbên radîkal de




