Serokê nû yê Misrê îro diyar dibe

Biryar e, îro encamên hilbijartinên serokatiya Misrê ku her yek ji Ehmed Şefîq û Mihemed Mursî rikaberiyê li ser dikin, bêne ragihandin.
Her yek ji Mihemed Mursî berbijarê Îxwan Muslimîn û Ehmed Şefîq ku serokwezîrê dawî bû di serdema Husnî Mubarek de, serkeftina xwe ragihandine.
Li gorî ajansan, komîteya hilbijartinan aşkere kir ku encamên gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê dê îro piştî nîvro bêne ragihandin.
Encam dê saat 15:00 (bi dema Misrê) ji bal serokê komîteya hilbijartinên serokatiyê Farûq Sultan bêne ragihandin.
Wezareta Navxwe ya Misrê jî tedbîrên tund ên ewlekariyê standine ji bo parastina ewlekariya welat piştî ragihandina encamên hilbijartinan.




