26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrên pêşmerge û navxweyê bi heyeteke Amerîkayî re civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî her du wezîrên pêşmerge û navxwe yên hikûmeta Kurdistanê bi heyeteke Konsolosxaneya Amerîkayê a bi Serokatiya îdareya asayîşa hevbeş ya Amerîka û Îraqê re civiyan.

 Di civînekî de ku, Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê hate nirxandin.

 Di berdewamiya vê civîna han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe hevkarî û hemahengiyên heyî yên di navbera xwe de hîn zêdetir û bihêztir bikin.

Nûçeyên têkildar