Wezareta Karên Derve Tirkîyê êrîşa Kerkûkê bi awayek Tund Şermezar Kir

Enqere-Kdp.info/ Wezareta Karên Derve Tirkîyê, di derbarê teqîna Kerkûkê de daxûyanîye nivîskî belavkir û êriş bi zimanekîtund şermezar kir.
Wezareta Karên Derve Tirkîyê, di derbarê teqîna Kerkûkê de daxûyanîye nivîskî belavkir û êriş bi zimanekî tund şermezar kir. Di daxuyaniya nivîskî ya wezareta Derve Tirkîyê hatî kirin de hat gotin ku, êrîşên terorê yên ku vê dawiyê li Îraqê zêde bûne û bi taybet di nava meha remezanê de zêde bûna êrişên terorîstî me gelek xemgîn dike. Li Kirkûkê hezar sale ev gelek çandên cûda bi hevre jiyana xwe didomînin u ev êrîş li ser yekitiya Kerkûkê pêk tên. Em daxwaz gelê Kerkûkê dikin ku, divê bi hestekî aqilane nezîkê wê yekê bibin.




