26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Navên Kurdî: Li Tirkiye azad bû û Êran qedexe dike

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/Turkiya û Êran niha du siyasetên cuda li hember pirsa kurdî birêve diben, li Turkiya wek berdewamî dan bi qonaxa aştiyê dadgeha bilinda wî welatî biriyar da mafê her kurdekî heye navê zaroyê xwe bi kurdî danêt û herwesa li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê nav bi kurdî dihêne nivîsîn û berovajî vê yekê li Îranê rêgirî li bikarînana navên kurdî dihêtekirin. 

Ebdulla demîrbaş serokê bajêrivaniya sur ya amedê bo rojnama evro diyar kir li Turkiya demek dirêj bû bikarînana navên kurdî hatibû qedexekirin û dadgehên Turkiya jî kesên ku bizava bikarînana navên kurdî bo zaroyê xwe yan jî deverkî dikirin tûşî sizayên giran dikir û got: "Lê piştî xebata berfireh ya gelê kurd û qurbanyên mezin ku hatine dan di encam da dadgeha bilinda Turkiya heftiya borî biriyar da êdî bab û dayik di destnîşan kirina her navekî bo zaroyê xwe di azadin û ji ber vê yekê jî niha li gelek deverên bakurê Kurdistanê xelkê kurd navê kiçên taze ji dayik dibin dikine Kurdistan." 

Navihatî di berdewamiya axivtina xwe da ew yek jî diyar kir niha li gelek deverên kurdî li bakurê Kurdistanê navê kolan û taxên bajarî bi kurdî dihêne nivîsîn û xebatên me yên ku di vê derbarê da hene dê berfirehtir bin. 

Li aliyê dî çavdêrekî siyasî li rojihelatê Kurdistanê bo rojnama evro diyar kir bi biriyareka fermî ya wezareta navxwe ya Îranê niha bikarînana navên kurdî li rojihelatê Kurdistanê dihête qedexekirin û beriya niha welatiyekê kurd ku dixwast navê marikêta xwe bi kurdî danêt ew yek hate qedexekirin û got: "Di demekê da ku beriya niha ew astengî li hember bikarînana navên kurdî li Îranê nebû û li Turkiya hebû û niha li Turkiya ew yek dihête azadkirin û Îran jî berovajî vê yekê bi biriyareka nû vê yekê qedexe dike." 

Çavdêrê siyasî ew yek jî neveşart ku li serdemê serok komariya Mehmud Ehmedî nejad bi dehan rojname û kovarên kurdî li rojihelatê Kurdistanê hatine qedexekirin û zordariyeka gelek mezin li nivîser û rojnamevanên kurd hate kirin û heta niha jî bi sedan rojnamevan li zîndanên Îranê dane û gelek ji wan jî tûşî sizayên giran hatîne.

Nûçeyên têkildar