Kar û çalakiyên nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Yekêtiya Ewropayê
Ewropa-KDP.info/ Şandeyeke nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya Yekêtiya Ewropayê bi serokatiya Dilawe Ajgehî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Yekêtiya Ewropayê sedana parlamentoya Yekêtiya Ewropayê kir û digel Sterwan Setvenson berprisê komîteya karûbarên Îraqê li parlamentoya Ewropayê civiya.
Di civînê de nûnerê hikûmeta Kurdistanê behsa pêşveçûna têkeliyên navbera Kurdistan û Yekêtiya Ewropayê kir û di axaftinaxwe de behsa serdana vê dawiyê ya berpisa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropatê Katrîn Aşton bo Hewlêrê û civîna digel serokê Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê kir û ew sedana û civîn bi giringî wesif kirin.
Ajgehî got jî ku, Yekêtiya Ewropayê giringiya cîyê Kurdistanê di warê siyasî û aborî de dizane û nuha Yekêtiya Ewropayê siyaseteke vekirîtir li hember herêma Kurdistanê peyrew dike û serdna Katrîn Aşton bo herêma Kurdistanê nîşna wê siyaseta nû ye.
Civîn digel berpirsên wezareta derve ya Belçîkayê
Her di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Yekêtiya Ewropayê dogel xatûn Denev berprisa beşa Rojhilata Navîn û welatên Bakurê Afrîqiyayê li wezareta derve ya Belçîkayê civiya û beha çend mijarên giring kirin.
Di civînê de behsa têkeliyên aborî û bazirganî yên navera Kurdistan û Belçkayê de hatin kirin û di vê çarçoveyê de xatûn Denev got ku, wezareta derve bi hevkarî digel odeya bazirganî û sefaretaxaneya Belçîkayê li Îraqê dê konfrenseke bazirganî ya taybet bi Îraq û Belçîkayê li Brukselê saz bikin. Dilawer Ajgehî daxwaz kir ku, beşek ji wê konfrensê taybet li ser Kurdistanê be.
beşdarîkirin di merasima roja netewîya herêma Flnders
Her di berdewamiya xebatên xwe de, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya Yekêtiya Ewropayê beşdarî di merasima roja netewîya herêma Flnader (Flnaders National Day) ku, yek ji sê herêmên welatê Belçîkayê ye û mezintirîn û zengîntirîn herêm e.
Di çarçoveya beşdarîkirina wê merasimê de, şandeya nûneratiya hikûmeta Kurdistanê digel serokwezîrê herêma Flnaders Krîs Peters civiya û pê re behsa têkelyîn navbera her du herêma de hat kirin û nûnerê hikûmeta Kurdistanê serokwezîrê herêma Flnadest vexwan Kurdistanê û wê ew vexwandin qebûl kir û got ku, dê di demek minasib de serdana herêma Kurdistanê bike.
Weke tê zanîn di sala 2009ê de parlamentoya herêma Flnaders biryar da ku têkeliyên diplomasî, aborî, siyasî û kulturî digel herêma Kurdistanê girê bidin û piştî wê biryarê, Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di meha 11 sala 2009ê de serdana parlamentoya Flnders kir




