26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Serok Barzanî roja nîştimaniya Fransa hate sazkirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî 14.07.2013 li Hewlêrê bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hejmareke Wezîr û Parlementer û berpirsiyarên siyasî û îdariyên Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê Konsolxaneya Fransa rêwresmek ji bo roja nîştimaniya Fransayê rêkxist.

Di vê rêwresmê de ji aliyê amadevanan ve çendîn gotar hatin pêşkêşkirin, di destpêkê de peyva Konsolxaneya Fransa li Herêma Kurdistanê ku têde tevî bi xêrhatina mîhvanan, her wiha kurtiyek li dor roja nîştimaniya Fransayê pêşkêşkir.

Her wiha di vê rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsiyarê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêşkir û têde tevî pîrozkirina roja nîştimaniya Fransayê, behsa pêwendiyên dîrokiyê di navbera Kurdistan û Fransayê û piştgîriya Fransayê li gelê Kurd yê di rojên dijwar de kir û hêvî xwest ku ev pêwendî bêne xurtkirin

Nûçeyên têkildar