26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê biryareke dîrokî da û Navê “Kurdistan” Pejirand

Çavkanî: KDP.info

Rîha-KDP.info/ Li Bakûrê Kurdistanê li navçeya Hîlwan ya ser bi bajarê Rihayê, malbatek navê ‘Kurdistan’ dana li ser zarokê xwe.

Li Bakûrê Kurdistanê li navçeya Hîlwan ya ser bi bajarê Rihayê, malbatek xwest ku nave Kurdistan danê li ser zarokê xwe. Lê dema ku zarokê kêç bû yek û nîv salî, Dadgeha navçeya Hîlwanê navê zarokê keç bi hincetan guherand û kir ‘Helîn’. Bavê zarokê Yunis Toprak, ser li dadgeha bilind da û ji bo ku navê zarokê xwe bike Kurdistan doz vekir. Li ser serlêdana bavê zarokê, 18. Dadgeha Bilind ragihand ku, nav dayîna li ser zarokê xwe mafê malbatêye û bi vî awayî biryara dadgeha herêmî betal kir û biryar da ku navê keçikê bibe ‘Kurdistan’.

Bavê Kurdistan Yunis Toprak, ji bo ku keça wan bı navê ‘Kurdistanê’ dê bê bikar anîn, gelek dilxweş bû û anî ziman ku, bi biryara betal kirina dadgeha heremî ve dad hatiye bi cih û weha got: ''Dadgeh ji keça min re biryara navê ‘Hêlîn’da, lê me ev yek qebûl nekir û me doz bire Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind derbarê vê dozê de biryareke dîrokî da û nave Kurdistan pejirand. Em ji bo vê yekê pir dilxweş bûn".Dayika Kurdistan'ê Elîf Toprakê jî anî ziman ku,  ji bo ku navê keçika wan di nasnameyê de bimîne, gelekî kêfxweş bûne.

Nûçeyên têkildar