Erdogan: Em qet ji pêvajoya çareseriyê venagerin

Tirkiye-Ajans/ Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma vekirina Balafirgeha Çewlikê de li ser pêvajoya çareseriyê got: " Em qet ji pêvajoya çareseriyê venagerin."
Erdogan, pêvajoya çareseriyê jî nirxand lê behsa gavên ewê bavêjin nekir û qala "provokasyonan" kir. Erdogan diyar kir ku wan her şêweyên sabotajan derbas kirine û hatine roja îro û got: " Em di haya berpirsyariyên xwe de ne. Me dizanîbû wê li dijî pêvajoya çareseriyê her şêweyên lîstikan bên kirin. Hinek hêz hene ji serkeftina pêvajoya çareseriyê aciz in û naxwazin Tirkiye bi awayekî xurt bi pêş ve biçe."
Erodgan got ku ew qet ji pêvajoya çareseriyê venegerin û axaftina xwe wiha qedand: " Ji bo rondikên çavan ên dê û bavan bisekinin, emê li ser rêya xwe berdewam bin. Kî dibe bila bibe yên hewl bidin vê pêvajoyê têk bibin, wê ji binê vî gunehî nikaribe rabe, nikaribe hesab bide. Em dixwazin ew jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Eger hûn xwedî li vê pêvajoyê derkevin, ev pêvajo wê tekez bigihêje armanca xwe."




