26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Êran leşikirekê nû li deverên kurdî ava dike

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Hêzên pasdarên Êranê li deverên kurdî yên Rojihelatê Kurdistanê dest bi amadekariyan bo avakirina leşikirekê dikin û dixwazin piraniya çekdarên wan ji kurdên Rojihelat bin û çavdêrek siyasî jî dibêje merema Êranê eve da nehêle li paşerojê kurd li wêrê daxwaza mafê xwe bikin û dixwazît kurdan li dijî yektir bikar bîne.

Çavdêrekê siyasî li rojihelatê Kurdistanê ku nexwast navê wî bihête aşikirakirin bo rojnama Evro diyar kir piştî helbijartinên serok komaryê fermandarên leşikirê pasdaran li deverên kurdî dest bi xebateka berfireh bo avakirina leşikirekê nû kirine û got: " Amadekarî bi dûmahî hatine û niha çekên giran û sivik bo deverê dihêne rewanekirin û li gor agahyên gehiştine destê me fermandarên leşikirê pasdaran diyar kirîne dê piraniya kesên di nav leşikirê nû ji xelkê deverê bin."

Çavdêrê siyasî ew yek jî diyar kir yek ji fermandarên leşikirê Îranê diyar kirî ye niha li deverên kurdî arîşeya aramî û êmnahyê heye û hindek giropên çekdar aloziyan dirust dikin û ji ber vê yekê me divêt bi rêya avakirina leşikirekî ji xelkê deverê aramiya wan biparêzîn û nehêlîn hindek giropên çekdar aloziyan dirust bikin û got: " Demek beriya niha çend efserên payebilindên leşikirê Êranê li deverên çiyayî yên rojihelatê Kurdistanê hatine kuştin û çendîn caran jî hêriş li dijî hêzên Êranê hatine sazkirin û piştî helbijartinan jî bi rengekê cidî niha kar bo avakirina leşikirekî li deverên kurdî dihêtekirin."

Çavdêrê siyasî di berdewamiya axivtina xwe da amaje bi vê yekê jî kir ku merema serekî ya dewleta Êranê eve da careka dî kurdan li dijî yektir bikar bînît çunku ew dibêjin piraniya kesên ku dê di nav leşikirê nû da cihê xwe bigirin dê ji xelkê deverê bin, wate dê kurd bin û heke di paşeroja da li rojihelatê Kurdistanê xwenîşadanên xelkê destpê bikin wê demê dê Êranê wî leşikirî li dijî kurdan bikar bîne û got: " Ji ber rewşa xirab ya abûrî li deverên kurdî û nebûna delîveya kurdî ez wesa dibînim dê gelek kes pişkdaryê di avakirina leşikirê nû da bikin û ew yek dê metirsiya xwe bo paşerojê rojihelatê Kurdistanê hebe û dê bibe eger da careka dî kurd bi destê kurdî bihête kuştin û em hîvîdarîn xelkê me hişiyar be û nebe qurbanî bo siyasetên nû yên dewleta Êranê."

Nûçeyên têkildar