26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perlemantoya Kurdistanê çend made ji piroje yasayê bodceya herêmê pejirand

Çavkanî: AK News

Parlamentoya Kurdistanê di berdewamiya rûniştinên xwe yên derbarê projeyasaya budceya îsal a herêmê de, çend bendên nav projeyê pesend kir ji wan dayîna 480 hezar dînarê iraqî bo yek carê bo fermanberên pile 9 û 10.ParlamanDi rûniştina duhî de, hin bendên nav raporta komîteya hevpar a Darayî û Yasayî hatine pesendkirin ku hin ji wan taybet bûn bi mûçeya fermanber û malnişîn û şehîdan.

 

Li gorî raportê, mûçeya şehîdên welatî ji 180 hezar dînar bo 250 hezar dînar hate bilindkirin digel xerckirina dermaleya zarok û zewacê bo malbatên şehîdan.

 

Her wiha xerckirina 480 hezar dînar bo fermanberên pile 9 û 10 ku yek carê dê were xerckirin û li ser du beşan dê bê dayîn, ew malnişînên ku mûçeya wan kêmtirî 400 hezar dînarî ye dê 600 hezarî bi 2 caran bo wan bê xerckirin.

 

Ji bo navçeyên ku ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin, parlamento biryar da ji budceya îsal 50 milyar dînar bo wan bê xerckirin.

 

Her wiha 120 milyar dînar ji bo avakirina dibistanên hevçerix li seranserê Herêma Kurdistanê hate terxankirin.

Nûçeyên têkildar