Kurdistan di warê sîstema îdarî, avakirin, îmkan, emniyeta xorakî û pirojeyên avadankirinê de gelek pêşkeftî ye

Hwelêr-KDP.info/ li bajarê Hewlêrê li avahiya fermangeha peywendiyên derve, Felha Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Edward Kalon berprisê berê rêxistina WEP li Îraqê û Otî Mayîr berprisa nûya wê rêxistinê kir.
Edwar Kolon bi minasibeta bidawîhatina karê wî weke berprisê rêxistina WFP li Îraqê û nasandina berpirsa nû ya wê rêxistinê serdana fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta Kurdistanê li Hewlêrê kir.
Berprisê rêxistina xorakiya cîhanî WFP behsa pêşkeftinê herêma Kurdistanê kir û got ku, di warê sîstema îdarî, avakirin, îmkan, emniyeta xorakî û pirojeyên avadankirinê de Kurdistan gelek pêşkeftî ye.
Berpirsê têkeliyên derve ji bona wan kar û xebatan bi rêya rêxistina xwe li herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Edwar Kolon kir, hêviya serkeftinê jê re bo karê nû yê wî xwest û pîrozbahî jî li berprisa nû ya wê rêxistinê kir.




