Dê bi her awayî piştevaniya xebatên bijênosîd naskirina tawanên gelê kurd bi cîhanê re bikin

Hewlêr-KDP.info/ Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan yê hikûmeta herêma Kurdistanê Aram Ehmed, duhî li bajarê Hewlêrê digel wezîrê dad û koçberan yê hikûmeta Holendayê civiya.
Di civînê de ku, Şêrwan Heyderî wezîrê edaletê yê hikûmeta Kurdistanê, Fuad Hisên seropkê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felha Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê Kurditanê û sefîrê Holendayê yê Îraqê amade bûn, behsa xebatên Holendayê yên ji bona bijênosîda naskirina tawanên bi serê gelê kurd hatine û danan monumentê helebceyê li bajarê Lahay li Holendayê hat kirin.
Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan daxwaz ji wezîrê holendayî kir ku, piştevaniya parlamentoya Holendayê bike ji bo bijênosîda naskirina karesatên bi serê gelê kurd de hatine. Ehmed got ku, li himerek welatên dinyayê enfal û kîmiyabarakirina Helebceyê weke jênosîda naskiriye.
Wezîrê edalet û koçberan yê hikûmeta Holendayê behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, her çiqas serdanek kurt bû lê gelek ya bi berhem bû û got ku, ew dê bi her awayî piştevaniya xebatên bijênosîda naskirina tawanên gelê kurd bi cîhanê re bike.




