Li Kerkûkê teqîn 42 şehîd û 33 birîndar

Kerkûk-KDP.info/ Di encama teqînek xwekujî de ku şeva borî li nava kazînoyekê li taxa Wahîd Huzêranê li bajarê Kerkûkê rûdabû 42 kes şehîd bûne û 33 kes jî birîndarin.
Li gor xelkê taxa Wahîd Huzêranê di encama teqîna xwekujî ya duhî şeva 12/7/2013 ê de, heya niha hejmara şehîdan gihîştiye 42 şehîd û bo pizîşka dadweriyê hatine rakirin û zêdetir li 33 kesan jî birîndar bûne û ew bo nexweşxaneya azadî ya bajarê Kerkûkê hatine rakirin, her weha birîna hin kesan jî girane û hejmara qurbaniyan zêde dibe.




