Sedr: Sedam jî digot 100% ji cemawerê Iraqê bi min re ne
Muqteda Sedir Serokê rewta Sedir di bersivekê de bo alîgirên Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê got, Sedam jî digot 100% xelik bi min re ye.
Di bersiva pirsa yek ji alîgirên Sedir di derbarî rêja cemawerên piştivanîya Malikî dikin ku tirsa vegerandina Malikî bo desthilatê heye ji ber ku xwedîyê cemawerekî pir e.
Muqteda Sedir got, Sedam jî digot 100% ji xelikê li pişta mine.
Herweha Sedir di dirêjahîya gotinên xwe de got, di evê serdemê de çakî û xerapî tevlî hev bûye.




