26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aştî Hewramî: Bexda 3.5 milyar dolar deyndarê şirketên petrolê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî got mafê şirketên biyanî yên li herêmê kar dikin 3 milyar û 500 milyon dolar e ku divê Iraq bide.

 Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser dosya petrolê, Aştî Hewramî ji rojnameya Heyat re axifî û got: " Danûstandinên ligel Bexdayê li gor wê yasayê birêvediçin ku mafên aborî yên Herêma Kurdistanê di dahata-hatina hikûmeta federal de destnîşan kiriye."

 Hewramî da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berî demekê Bexda agahdar kiriye ku şirketên petrolê daxwaza 3 milyar û 500 milyon dolar dikin û evna jî mafekî destûrî ye.

 Hewramî ew tohmetên Bexdayê jî red kirin ku dibêje herêm bêyî hevahengiya Bexdayê petrola xav dişîne derve û wiha axifî: ‘’Ev karê han li gor rêkeftina ligel Bexdayê tê kirin bi mercê ji sedî 50’ê dahata wê bide şirketên petrolê û nîvê din jî vegere xezîneya dewletê, lê belê Bexdayê dest daniye ser hemû dahata petrolê.’’

 Aştî Hewramî tekez kir ku divê yasaya petrol û gazê were pesend kirin û bi baweriya wî ew yasa han dibe kilîla çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser sektora petrolê. Basnews

Nûçeyên têkildar