Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya şandeka bilinda partîya El-Ume ya Iraqî kir

Îro 21.6.2012 a, Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li bajêrê Selahedîn pêşwazîya şendeka bilinda partîya El-Ume bi serokatîya birêz Mîsal El-Alosî kir, ku ev şanda han jî pêkhatibû ji endamên poltîburo û hejmareka kadirên pêşkeftîyên evê Partîyê.
Di evê hevdîtinê de, şanda partîya El-Ume ya Iraqî piştivanîya xwe bo vekombûnên Hewlêrê û Necefê li hember takrewîyê di desthelatê de derbirîn, herweha di derbarê karpêkirina destûrê û encumena nûneran û çêkirina rêya piroseya sîyasî di çarçoveya destûrê de, serok Barzanî pêzanîna xwe ji bo arasteya niştimanî û çalakîyên partîya El-Ume ya Iraqî ragihand û da xuyakirin, ku welat di tengasîyeka tirsinek de derbaz dibe û xwe vedizandin ji çareserkirina evê tengasîyê sosreteka mezine.
Me wisa didît, ku piştî derkeftina destûrê, dê Iraq bikeve ser rêyeka xurt û ev destûra han jî dibe bi bingeheka baş bo çareserkirina arîşeyên ku têne pêş, lê belê mixabin guhnedana evê destûrê û pabendnebûn bi evê destûrê ev rewşa aloza han çêkir, ji ber evê çendê ev rewşa han bi ti awayî nayê qebûl kirin û gerek em çareserîyekî bingehîn jê re vebînin û ev çareserîya han jî gerek hemû tiştan vegerîne ser rewşa xwe ya berê û bi ti awayî jî rê bi vegerandina dîktatorîyetê bo Iraqê nede.
Em niha di qunaxa vepirsînê de ne û em digel hêzên demokratî dinên li ser rastkirina rêçika sîyasî di çarçoveya sîyasî berdewam in, ku piranîya xelkê Iraqê deng li ser evê mijarê dane.
Piştire jî partîya El-Ume ya Iraqî nerîn û têbînîyên xwe di derbarê evê rewşê da û ragihand, ku partîya El-Ume ya Iraqî yekem qurbanîya desthilatê bû dema ku daxwaza rastkirina rêçika sîysîya Iraqê kir, herweha balkişand ser nebûna xizmetguzarîyan li parêzgehên Iraqê û temamîya piştivanîya xwe bo serok Barzanî dupat kir û weha ragihand, ku serok Barzanî bo Iraqîyan xwedîyê pirjeyeka Iraqîye û pêdivîye ji alîyên destûrî ve desthilatdarîya welêt bike.




