26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ellawî: Meha tê pirsa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî tê çareserkirin

Çavkanî: KDP.info


Eyad Ellawî serokê Îtîlafa Iraqîye ji rojnama Reyî Kweytî re ragihand, ku hukûmeta niha ya Iraqê ya ku Nûrî Malikî serokatîya wê dike nikarîye heta niha roleka baş û erênî di diristkirina pêwendîyên rast navbera Iraqê û Kiweyetê bilîze.


Eyad Ellawî weha jî got, gerek Kiweyet pêwendîyên xwe digel Iraqê li ser bingeha rêzgirtin û serwerî û berjewenîya hevpişk saz bike û dest di karûbarên hevdu de wernedin.


Ellawî tekezî li ser evê çendê jî kir, ku îro Iraq welatekî girîng û serekîye di deverê de û roleka girîng di parastîna asayîş û aramîya evê deverê dibîne û weha jî got, ku Iraq dewletekî aştîxwaz û bi hêz û demokratîye û pêwendîyên dostne jî bi welatên cîran re heye û li ser bingeha berjewendî û rêzgirtina serwerî hatîye avakirin.


Di derbarê mesela vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî, Eyad Ellawî got, dê di meha tê de pirsa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî were çareserkirin.


Weha jî ragihand, ku niha hemû amadekarî ji bo vepirsîna Nûrî Malikî di parlîyamenta Iraqê destpêkirîye û herweha Malikî bi girtina desthilatê bi awayekî takrawî û binpêkirina destûrê û mafê mirovan gunehbar kir.


Herweha got, ti carî Malikî hest bi berpirsîyaretîyê li hember hevpişka niştimanî nekirîye, ji ber evê çendê her çi pêwîste gerek bawerî ji Malikî bihê vekşandin.

Nûçeyên têkildar