Li Xurmatû û Dubiz teqîn: 35 kes birîndar bûn

Xurmatû-KDP.info/ Îro li qeza Dobiz 2 otombêl û li qeza Dozxurmatu jî otombêlekî bombekirî hatine teqandin û di encamê de 35 kes birîndarbûne, herweha ziyanekî madî ya zor gihêştiye navçeyê.
Li gor xelkê deverê ku, ji KDP.info re ragehandin, îro serê sibeha 11/7/2013ê li qezaya Xurmatû li nêzîkê avahiya dadgeha qezayê otomobîlek hatiye teqandin û hatiye zanîn ku di encam de 27 kes birîndar bûne û zerareke zêde ya madî jî heye.
Her îro li nêzîkê gundê Heyfa ser bi qezaya Dubiz du otomobîl hatin teqandin û 8 hevwelatî birîndar bûn




