Li Xwakurkê Balefirên Tirkiyeyê Kopriyek Hilweşandin

Li gorî agehiyên ku duhî 22.6.2012 a, ji aliyê Şîniyên Devera Xwakurê ve bi me gehêştine, di encama bordiman kirina Gund û Zozanên Deverê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve zererên madî yên mezin gehêştine Deverê û jîngeha Deverê jî.
Di vê derbarê de çavkaniyên Herêmî jî diyar kirin ku, di encama bordiman kirina evro de kopriyek bi navê kopriya Armoşe ya li Geliya Xwakurkê de hatiye hilweşandin û ev yek jî bûye sedema qut bûna peyvendiyên hatin û çûyînê li Deverê de.
Hevdem hate zanîn ku, ev bordimana han bûye sedema tirs û fikarên Şîniyên Deverê û bi mebesta parastina canê xwe Şîniyên han neçar mane dev ji Deverê berdin.




