Kanada jî nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Hewlêr-KDP.info/ Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Suham Cebelî cîgira berprisê têkeliyên derve, pêşwazî li Mark Gozdîskî sefîrê Kanadayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, Felah Mistefa hêviya serkeftinê bo Mark Gozdîskî di karê wî yê nû de xwest ku, sê sale tê de kar dike û di demke nêzîk de dê li wezareta derveya Kanadayê li beşa Rojhilata Naverast dest bi karê xwe yê nû bike. Mistefa got jî ku, di nava van sê salan de têkeliyên navbera Kurdistan û Hewlêrê di warên cihê de baş pêşde çûn
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got ku, tecrûbeya federalî li Kanadayê tecrûbeyek serkeftî ye û Îraq dikare fêdey ji sîstema federalî ya Kanadayê werbigire. Kanada roleke giring li Îraqê dilîze û herêma Kurdistanê jî wê rola Kanadayê bilind dinirxîne.
Sefîrtê Kanadayê yê Îraqê got ku, hikûmeta kanadayê amadekariyan dike nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke daku, têkeliyên navbera Kurdistan û Kanadayê di hemû waran de zêdetir xuert bibin.
Berprisê têkeliyên derve jî ew pêngava hikûmeta Kanadayê ya vekirina nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê, ji bo xurtkirina têkeliyên di navbera her du aliyan de, bi pêngavek erênî wesif kir.
Rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser herêmê û berdewambûna kirîza siyasî li wî welatî mijarek din a civînê bû. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, pêwîste kirîza Suriyeyê bê çareser kirin û civaka navdewletî di çareserkirina rewşa Suriyeyê de rola xwe ya pêwîst bilîze. Sefîrê Kanadayê sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku, mêhvandariya zêdetir ji 160 hezar penaberên surî kiriye




