26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Digel pêvajoya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê bingehekî din yê serbazî hate daxistin

Çavkanî: KDP.info

Wan-KDP.info/Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de, li Bakurê Kurdistanê li bajrê Wanê bingeheke din  yê serbazî hate daxistin.

Hate ragehandin ku, îsal bi daxistina bingeha serbazî yê gundê Koçak ya ser bi navçeya Gewaş ya bi girêdayîya bajarê Wanê ve gehişte 8 bingehan. Cîgirê Parêzgarê bajarê Wanê da zanîn ku, ji sala 2001'ê pêde 16 bingehên serbazî li devera bajarê Wanê hatîye daxistin.

Li gor jêderên mûçeyan, ev bingeha serbazi yê gundê Koçak, 18 sal berê niha hatibû avakirin. Lê di vê çarçoveya çareseriyê de piştî ku hevdîtinên hikumeta Tirkiyê û Ocalan destpêkir, biryara daxistina bingehên serbazî hat dayîn. Berê ku leşker bingehê wala bikin û barbikin, gelê gundê Koçak çûn serdana leşkeran u xatir ji hev re xwestin.

Li gor wê mijarê, cîgirê parêzgarê bajarê Wanê Mihemed Yuzer ji bo çapemeniyê ragehand  ku, ew bingeha serbazi ya hatîye wala kirin, dê ji bo xizmeta muxtarîyeta gundê Koçakê bê bikar anîn û birayare bikin dibistan.

Tê zanîn ku demeke li Bakûrê Kurdistanê ji ber çêkirina bingehên serbazî, di navbera gelê deverê û hêzên ewlehiyê de lakêşîyek hebû û ev yek jî li deverê bawerîya pêvajoya aştîyê kêm dikir. Tê zanîn ku, çend roj berê niha li navçeya Lice ya ser bi bajarê Amedê, gel ji bo avakirina bingehên serbazî nerazîbûnên xwe bi protestoyan nîşa dabûn û piştre leşker gule berdabûn ser girseyê û di encamê de zarokekî Kurd ya 18 salî hatibû kuştin.

Nûçeyên têkildar