Bo piştevaniya bajêrên Sûriye Kurdan xwepêşandan kirin

Xwepêşandanên deverên Kurdî li Rjavayê Kurdistanê berdewamin bo piştevanî kirina bajêrên din yên Sûriye.
Duhî Înê 22.6.2012 a xwepêşandaneka mezin li bajêrê Tirbe Sipiyê derket û xwepêşanderan bo bajêrên Dêra Zorê û Humis û Hema û Ciyayên Kurda li Laziqiyê û hemû bajêrên Kurdî ku hevrûşî hêrişên hêzên rijêma Sûriya hatine dirûşim bilind kirin.
Herweha daxwaz ji civaka navdewletî kirin destêwerdana leşgerî di rewşa Sûriye de bikin bi mebesta ragirtina komkujiya li dijî xelkê Sûriye bi hemû netewe û pêkhateyên wê.
Evê xwepêşandanê di gel bilind kirina dirûşmên daxwaza azadiyê dikin û hilweşandina rijêm, berê xwe da ye meydana Azadî.
Herweha li Qamişlo xwepêşandanek mezin bi beşdariya nêzîkî dehan hezar kes hate saz kirin ku ji sê xalên serekî de hatin, ji pêşiya mizgefta Qasimo, rêka Munîr Hebîb û Taxa Siwês.
Di vê barê de çalakvan Cimşîd ji Hemahendiya (Roja Azadî) bo ajansa Mîdyanews got, “Ji roja yekê de Kurda helwêsta xwe bo tevlêbûna şoreşa Sûriye ragehandin”, amaje jî da, “Beşdariya birayên Ereb di gel Kurda berçav bû bo şermezar kirina serkirdeyên Ereb û daxwaz ji gelan dikin ku piştevaniya gelê Sûriya bikin”.
Herwiha got, “Ev rijêm van derfetên ku civaka navdewletî dide wan bi kar tîne û bajêrên serhildayî bi top û tankan topbaran dike”.
Li bajêrê Amûdê jî çalkvan Alan got, “Çalakvanan peykerê firokeykê çêkirin weka amaje bi firokeya (MIG 21) ku firokevanê wê Hisên Murî El-Hemede roja pênşemê ji artêşa Sûriye qetiya”.
Li Serê Kaniyê jî xelkê bajêr xwepêşandanên cemawerî sazkirin û tê de Ehmed Silêma serokê berê ENKS beşdar bibû.
Xwepêşandana Serê Kaniyê bi beşdariya bêtirî 2 hezar kes dest pêkir û ji kolana giştî ya bajêr barê xwe dane meydana Azadî.
Li qada Azadî jî Ehmed Silêman peyvek pêşkêş bi xwepêşanderan kir û têde tekez kir, “Yekîtiya niştimanî di navbera hemû pêkhateyên bajêr de gelek girînge, da ku kes nehête xapandin û kêşe di navbera netewên bajêr de çênebin”.
Silêman bo ajansa Mîdyanews go, “Bajêrê Serê Kaniyê ji bajêrên Kurdî ye xelkên wê pêkhatine ji, Kurd, Ereb, Ermen, Siryan, Mislman, Kiristiyan û Îzîdî, ji ber vê jî pêwîste em aramiya wê biparêzin û pêwîste hemû dest bidin hev bo parastina aştiya sivîl”.
Silêman herweha komkujiyên rijêma Sûriya li hember xelkê sivîl şermezar kir û daxwaza rawestandina operasyûnên leşgerî kir.




