26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yawer: Rêkkeftina me li gel Bexda 190 hezar pêşmergên herêmê dê hebe

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/Emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge yê herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragehand ku, nêzîkbûna di navbera herêma Kurdistanê û Bexda de, divê ew rêkikeftinên sala 2007 hatine encamdan bihêne bicih înan.


Emîndarê giştî yê wezareta pêşimergey ferîq Cebar Yawer bo rojnama (Alheyat) tekezkir ku, " Di demê borî de hejmareka rêkikeftinan hatibûne kirin ku wekî nexşe rêyekî bo çarekirina kêşên di navbera Bexda û hewlêrê de hatibûne danan, yek ji wan kêşan qeyirana êmnahiyê bû."


Cebar Yawerî her wesa ronkir ku, " Her ji sala 2006 ê û heta niha gelek lijne hatine pêkînan û gelek caran jî digehiştine encaman paşî badekên wan dahitine ragirtin, nêzîkbûna niha bi destkeftekê ber dest destpêkir, ew jî bêdengkirina zimanê ragehandinê ye di navbera herêmê û Bexda û herêma Kurdistanê da, eve jî cihê geşbînyê ye, ku ew nakokî bihêne çarekirin di demê dahatî da".


Emîndarê wezareta pêşimergey got: " Rêkikeftina despêkî ku herdu alî li ser razîbûne ji heft xalan pêkhatine, ew jî mîkanîzma hemahengiya êmnahiyê di navbera hêzên parastina li herêmê û hêzên hikûmeta fîdiral li ser astên bilind, û çarekirina nakokiya li ser bûdca sala 2013 bo hindê bigehîne rêkikeftinekê bo budca pêşimergê herêma Kurdistanê, rêkxistina mîkanîzma firoştina petrolê di navbera herêmê û Bexda da, bicihînana madê 140 yê distûrî di demekê nêzîk da û pesendkirina qanûna nexşekirina sinorên parêzgehan ya serok komarî pêşkêşikirî bo perlemanê ku merem jê nehêlana nakokyên sinorên îdarîne li Îraqê."


Sebaret giringtirîn lijnên hatine pêkînan, Yawerî aşikirakir, " Li sala 2010 lijnên bilindên nûneratiya wezareta berevanî û navixoyî ji aliyekî ve û aliyê dî navixoya herêmê û wezirata pêşimergey bû, lîjneka teknîkî ku binavê lijna karubarên bilind hatibû binavkirin, nûnerê Îraqê ferîqê yekê Elî Xêdan û serikirdê peyade ferîqê yekê hisên ewadî û serikirdê sinoran yê niha û nûnerek ji wezareta navixoyî bû, ji aliyê herêmê ve ferîq şêrwan Ebdulirehman û ew lijne li jêr çavdêriya balêwzê emirîkî hate danan ku ew bixwe jî têda endam bû."

 

Sebaret rêkeftinên hatine kirin ji herdu aliyan ve cebar Yawer xweyakir, " Rêkikeftin li ser danana berbestên parastina êmnahiyê û pişknînên sê qulyên hevpişkbûn, ji Aliyê hikûmeta fîdiral û pêşimergey û hêzên emirîkî ve, wî demî 22 heta 24 xalên pişknînan li seranserî parêzgeha Kerkûk û Neyinewa û Selahedîn hatine danan, zêdebarî şevgêrên hevpişk jî, ew hêz binavê (fewicên şêrên zêrîn) hatî ye pêkînan û hêj heta niha li parêzgeha Kerkûkê di karên xwe de ye."


Sebaret rêkeftina li gel Bexda li sala 2007 , cebar Yawerî aşikirakir, " Rêkeftineka bi hwîrî bû belê nehate bicihînan, ku diwê rêkikeftinê da karên bineretî hatibûne destnîşankirin û pênaseka bi temamî bo pêşimergey jî li gor distûrî hatibû kirin, heykelê hêzên pêşimergey jî û mîlakê wan hatibû diyar kirin, û rêkikeftin li ser bi çekkirina pêşimergey û jêderê wî çekî û hemû pêdivyên hêzên herêmê têda hebûn, zêdebarî danana mîkanîzmeka taybet bo xanenşînkirina pêşimergey û bûdca wan wimafên şehîd û pekkeftiyan yên di şoreşên kurdan da."


Herwesa emîndarê pêşimergey xweyakir, " Rêkeftina me li gel Bexda li dor mîlakê pêşimergey li ser 190 hezaran bû, ku bi vî renge dihêne belavkirin, 100 hezar endamên kara û piraktîkî bin, 20 hizar hêza yedek bin, 70 hezar jî bo xanenşînkirinê û peykeftiyan be."


Herwesa li dor çekê pêşimergey: " Hemû çekê di destên hêzên leşikirê îraqa fîdiral da hey, ji bilê firokên şerê esmanî û hêlîkupteran û ta nkan divêt pêşimergey hebin, zêdebarî budca texmînî bo wezareta pêşimerge hatî ye danan bi kujmê (5 , 2) bilyon dolar weku budca teşxîlî û bilyon dolar jî bo avakirina jêrxaneya leşikirî û ekadmyên leşikirî bît."
Zêdebarî wê çendê: " Cur û cihên belavbûna pêşimergey li herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanê yên der vey desthelata Kurdistanê jî hatibûne destnîşankirin, heta demê bicihînana madê 140 yê distûrî li gor qûnaxên dahatî ku badeka êmnahiyan li wan deveran bi dûmahî dihêt

Nûçeyên têkildar