25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rijêm û opozisiyona Sûriyê gengeşeyê li ser agirbestê dikin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Piştî ku Ehmed Ceriba serokê nû yê hevpeymaniya nîştmaniya Sûriyê daxwaza agirbestê di heyiva remezanê da kir, nûnerê netewên yekgirtî bo alozyên Sûriyê exzer Îbrahîmî jî ji Êran û Rûsya xwest di ragehandina agirbestekî da serokê rijêma Sûriyê razî bikin.


Ehmed Cebira serokê nû yê opozisiyona Sûriyê di daxûyaniyekî de ragehand ku ew naxwazin di heyiva remezana pîroz da xwîn bihête rêtin û daxwaza agirbestê ji rijêma Esed kir û got: " Ji ber kiriyarên rijêmê rewşa welatiyan gelek xirabe û bo pîroziya heyiva remezanê em naxwazîn xwîn bihête rêtin û divêt civata navdewletî jî bo ragehandina agirbesteka du alî hevkariya me bike û fişarê bêxine ser rijêma Esed."


Ehmed Cebira herwesa jî ragehand ku niha li meydana şerî ne wekheviyek di navbera leşikirê azad û hêzên rijêmê da heye û civata nêvdewletî jî heta niha wek pêdivî di gel vê rewşê serederî nekirî ye û di rewaeka wesa da ew berhevin pişkdariyê di konfransê cinêvê da bikin û got: " Divêt êdî civata nêvdewletî helwîstê xwe di derbarê kiriyarên rijêma Sûriyê da zelal bike û çekên giran bide leşikirê azad, lê heta niha ji bilî suwdyê welatên dî bi kiriyar hevkarî û arîkariya me nekirine."


Li aliyê dî Exzer Îbrahîmî nûnerê netewên yekgirtî bo çarekirina alozyên Sûriyê jî di daxûyaniyekî da ragehand ku wî ji îran û rosiya xwastî ye ku givaştinan li rijêma Sûriyê bikin bo agirbest di heyiva remezanê da bihête ragehandin û got: " Ez hîvîdarim dê di remezanê da agirbesteka du alî bihête ragehandin û di heyiva pîroz da rijêm dê rê xuş bike da ku harîkariyên mirovî bigehe welatiyan çunku welatiyên Sûriyê bi giştî niha di rewşeka gelek xirab da dijîn û divêt harîkarî bigehe wan."


Li aliyê dî hate ragehandin ku xesan hîtu serok wezîrên hikûmeta berwext ya berhingariya Sûriyê dest ji karî kêşaye, ji Aliyê xwe ve rijêma Sûriyê heta niha derbarê ragehandina agirbestê da bersivek nedaye û bi tenê peyvdarê hikûmeta Sûriyê diyar kir ku heke komên çekdar di ragehandina agirbestê da rastgu bin em dişên gengeşeyê li ser agirbestê bikin

Nûçeyên têkildar