Têkeliyên navbera Brîtaniyayê û Kurdistanê di civînekê de hatin gengeşe kirin

Hewlêr-KDP.info/ Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û konsulê nû yê konsulxaneya Brîtaniyayê li Hewlêrê di civînekê de ku, duhî li Hewlêrê birêve çû, behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê kirin.
Di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve made bû, Felha Mistefa pîrozbahî li destbikarbûna kinsulê nû yê Brîtaniyayê li herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mistefa got ku, têekliyên Kurdistan û Brîtaniyayê di qonaxeke baş de ne û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavekê mezin li têkeliyên xwe yên digel Brîtaniyayê dinêre.
Her du aliyan çend pirs û mijarên di warê siyasî, aborî, kulturî û bazirganî minaqeşekirin û her du aliyan tekîd li ser hindê kir ku, bi rêya konsulxaneya Brîtaniyayê li Hewlêrê û nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Londonê zêdetir wan têkeliyan ber bi pêşve bibin.
Weke tê zanîn konsulxaneya brîtaniyayê di roja 29.05.2011ê bi fermî li Hewlêrê hatiye vekirin




