25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Kurd bo paşve venagerin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa, duhî li bajarê Hewlêrê, digel  Frederik Peven wezîrê edalet û koçberan yê hikûmeta Holendayê û Harî Molînar sefîrê Holendayê yê Îraqê civiya û behsa rewşa penaberên kurdistanî li welatê Holendayê kirin.

Di civînê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, felah Mistefa behsa têkeliyên dîrokî yên navbera Kurdistan û Holendayê kir got ku, Holenda hertim ji bona penaberên kurdsiatnî yên ku, ji ber zolim û zorfdariya rijêma jinavçûyê qesata welatê Holendayê kiriye, hişareke aram bûye

Berprisê têkeliyên derve sipasiya hikûmeta Holendayê ji bo minaqeşekirina dosyeya bijênosîdanaskirina tawanên bi ser gelê kurd de hatine li parlamentoya Holendayê, kir.

Frederik Peven wezîrê edalet û koçberan yê hikûmeta Holendayê kêfxweşiya xwe bi serdana herêma Kurdistanê nîşan da û bi devereke cuda ji deverên din yên Îraqê wesif kir û behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Holendayê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, binyatdanan şiyanên mirovî, serweriya qanûnê û rola dadgehan li herêma Kurdistanê kir.

Her di vê civînê de, berprisê têkeliyên derve behsa revenda kurdistanî li Holendayê, rewşa wan li wî welatî û rola wan bo pêşxistina peywendiyên her du aliyan kir.
Li dor têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, berprisê têkeliyên derve got:

- Em weke kurd bo paşve navegerin û em hertim bi destûr û çareserkirina pirsên hilawîstî weke, pirsa pêşmerge, qanûna neft û gazê û pirsa deverên kudistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê pabend in

Nûçeyên têkildar