Hikûmeta Kurdistanê hatina heyva Remezana pîroz li misilmanan pîroz kir

Bi minasibeta hatina meha Remezana pîroz serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pîşkeşî tev misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dike. Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de hêvî dike ku, meha Remezana pîroz bi xêr û xweşî derbas bibe:
- Bi minasibeta hatian meha Remezana pîroz, bi navê serokatiya civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê pîrozbahiyeke gerim pêşkeşî tev misilmanên herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê dikîn. Bi hêviya ku, ev meh ji bo hemû aliyan meha xêr û xweşiyê be û herwesa bibe sedema zêdetir aşitî, aramî û îstîqrarê li herêma me û yekrêziyên gelê me mokimtir bike.
Careke din hatina meha Remezanê li we pîroz dikîn û hêvê dikîn ji bo hemû xelkê herêma Kurdistanê meheke pir xweşî û aramî be




