Sirbistanê jî nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Radîslav Petrovîç sefîrê Sirbistanê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de, her du aliyan behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Sirbistanê û çewaniya ber bi pêşvebirin û xurtkirina wan têkeliyan bi awayekî ku, di berjewendiya her du aliyan de bin kir.
Herwesa behsa danan konsulê fexrî yê komara Sirbistanê li herêma Kurdistanê kir û ew yek bi pêngavek ji bona xurtkirina têkeliyên di warê diplomasî de wesif kir.
Berpirsê têkeliyên derve û sefîrê Sirbistanê yê li Îraqê tekîd li ser giringiya beşdarîkirina şirket û kompaaniyên sirbistanî di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de kir.
Petrovîç di axaftina xwe de behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê kir û vekirina nûneratiya welatê xwe li herêma Kurdistanê bi pêngaveke erênî ji bona zêdetir lihevnêzîkbûna her du aliyan wesif kir




