Rûsya: Şoreşgerên Sûriyê çekên kîmyawî bikar anîne

Rûsya-Ajans/ Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî dibêje, wî belgeyeke 80 rûpel daye Sekretêrê Giştî yê NY ku diyar dike şoreşgerên Sûriyê çekên kîmyawî li bajarokekî bakurê welêt meha Adarê bikar anîne.
Roja Sêşemê, Balyozê Rûsya li NY Vitaly Churkin gote rojnamevanan ku pisporên Rûs nimûne ji cihê bûyerê li Xan Asal wergirtine û birine ezmûngehên xwe li Rûsyayê.
Balyoz Vitaly Churkin got ku wî 80 rûpel ji wêne, formule û grafîk daye sekreterê NY Ban Ki moon ku piştgirîya şiroveyên Rûsan dikin. Wî got, ewê heman agahîyan bişîne ji hevtayên xwe yên Rojavayî re jî.
Brîtanya, Fransa û Amerîka di mehên vê dawîyê de dibêjin ku wan ti belge tune ne ku şoreşgêrên Sûrî çekên kîmyawî bikar anîne




