Serokê Parlementoya Tirkîyê yekem civîna xwe dê digel BDP'ê pêkbîne

Serokê Parlementoya Tirkîyê Cemîl Çîçek, piştî ku careke din wek serokê Parlementoyê hat hilbijartin, dê digel Hevserokên Partiya Aşitî û Demokrasi (BDP)'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak li ser destûra bingehîn ya nû civînek pêkbîne.
Hate ragehandin ku, Serokê Parlementoya Tirkîyê Cemîl Çîçek, dê roja Sêşemê bi Hevserokên Partiya Aşitî û Demokrasi (BDP)'ê re hevdîtinê pêk bîne.Piştî ku Cemîl Çîçek ji nû ve ji bo Serokatiya Parlementê hat hilbijartin, di derbarê xebatên destûra bingehîn ya nû de daxwaza hevdîtinê ji serokên partîyên siayasî yên ku di parlementoyê de ne kir. Li gor jêderên nûçeyan, Çîçek dê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Hevserokên Partiya Aşitî û Demokrasi (BDP)'ê re pêk bîne. Çîçek û Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, roja sêşemmî demijmêr 15.00'ê êvarî hevdîtinê bikin.Piştî hevdîtina Serokê Parlementoya Tirkîyê Cemîl Çîçek ya digel hevserokên BDP'ê, di heman roj de demijmêr 16.00'an jî bi serokê Partiya Komara Gel (CHP)'ê Kemal Kiliçdaroglû re hevdîtinê bike.




