25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Sûriyê firokên şer deverên şoreşgeran dikin armanc

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-Ajans/ Çalakvanên Sûrî dibêjin ku firokên şer roja Şemiyê çend êrîş ji derveyî Şama paytext pêk anîn, li dema ku rejîma Beşar Esed hewil did şoreşgeran ji wê deverê derxînin.

Herweha li Himsê jî, rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku pevçûnên nû li derdora Şamê pêk hatine û hikûmetê êrîş li ser deverên li jêr dest şoreşgeran li bajarê Himsê kirine.

Çavdêrî dibêje, ev bûye çend roj ku taxên Himsê rastî bombebarankirineke berdewam tên.

Herwiha wê rêxistina han ragihandiye ku êrîşên asmanî yên hikûmetê roja Şemîyê parêzgeha Rîf Dîmeşq kirine armanc ku di encama wê de birîndar derketine û tê ragihandin ku kuştî jî hene.

Nûçeyên têkildar