26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ehmed Asî Cerba bû serokê koalisyona opozîsyona Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-Ajans/ Duhî li bajarê Stenbolê 6/7/2013, koalisyona niştimanî ya hêzên opozîsyona Sûriyê serokek bo xwe hilbijart û Ehmed Asî Cerba bû serokê nû yê koalisyonê.

Li gorî ajansan di civîna koalisyona opozîsyona Sûriyê ku ev sê rojin li Stenbolê birêve diçe di xola sêyem ya hilbijartinên taybet bo diyarkirina serokê koalisyonê û piştî ragihandina encaman, Ehmed Cerba bi 55 dengan û bi zêdetir bi 3 deng bi ser rikberê Mistefa Sebax biserket.

Her weha biryare Cerba cihê Muaz Xetîb yê ku ev demeke dest ji kar vekêşabû bigre.

Her di hilbijartinan de ku îro şeme encamên wê hatin ragihandin her yek li Suhêr Atasî û Salêm Mislet û Faruq Teyfur bûne cîgirê Cerba. Her weha Bedir Camus jî bû bi emîndarê giştiyê koalisyonê.

Nûçeyên têkildar