Leşkerên Sûrîyê hêrîş birine ser Humsê

Rûniştvan û çalakvanên mafên mirovan li Sûrîyê dibêjin leşkerên hikûmetê hêrîş birine ser Humsê û du kes kuştine, li dema ku tîmên alîkarîyê yên Komîteya Navnetewî ya Xaça Sora xwe amade dikirin welatîyên asêmayî û yên birîndar ji bajêr derxînin.
Çalakvanan herwiha gotin, hêrîşeke roja Pêncşemê li bajarokê Înxêl li Deraa pêk hat û di encamê de neh kes bi kêmanî hatin kuştin.
Xaça Sor dibêje herdu alî, hikûmet û opozisyon daxwazeke wê qebûl kirine ku rê bidin grûbê ku sivîlên nexweş û birîndar ji Humsê derxînin û derman bû wan peyda bikin. Bi sedan xelk jiber şer li taxên Misilmanên Sunnî yên bajêr asê bûne.
Di pêşketine nû de li roja Pêncşemê, medya dewletê ya Sûrîyê got, artêşê rêkeftineke xwe ji dest bir ligel firokeyeke misyona rahênanê ya, li dema Ûrdunê ragihand ku firoke li bingeheke leşkerî li wir danîye.




