26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Hisên, Nabe Malikî di posta xwe de bimîne

Çavkanî: KDP.info

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hisên ragehand ku tiştê niha kar li ser tê kirin ew ku nabe Malikê di posta xwe de bimîne, herweha aşkire kir ku ta niha 172 îmza yên perlemantarên Iraqê bo standina baweriyê ji Malikî li ba wan hene.

 

Di vê barê de Dr. Fuad Hisên di dîdarekê de di gel rojnama Hewlêr got, “Tiştê ku niha em li ser kar dikin ewe ku nabe Malikî di posta xwe de bimîne”

 

Ji aliyeke din ve sebaret bi nameya ku Malikî bo serok Obama şandiye di barê rêkeftina di navbera kompaniyê Êkson Mobil û Herêma Kurdistanê ku têde Malikî huşdarî daye, heger rêkeftina vê kompaniyê di gel Herêma Kurdistanê nehête rawestandin dê şer çê bibe, Hisên got, “Ez nizanim ew nameya hatiye şandin yan na, yan jî ew nameya bi lêvkiye yan jî bi nivîse, lê bi her şêweyekî be ev daxuyaniya durist nîne, çûnkî ew tiştê hatiye kirin di çarçova destûrê Iraqê û yasayê neft û gaza Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, wan kompaniyên mezin jî yasanasên wan yên taybet hene û li gorî destûr kar dikin”.

 

Sebaret bi yek dengî û yek helwêsta Kurda di perlemêtoya Iraqê de jî bo standina baweriyê ji Nurî Malikî, serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê got, “ez bawerim nûnerên Kurdan li Bexdadê yek dengin”.

Nûçeyên têkildar