Nûnera Neteweyên Yekgirtî sipasiya hikûmeta Kurdistanê ji bo wê alîkariya pêşkeşî koçberên surî dike kir

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê, Şêrwan Esied cîgirê wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistan pêşwazî li Leya Zerogî nûnera taybet ya sekreterê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û nakokiyên çekdarî kir û di civînekê de rewşa zarokên penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hat behis kirin.
Her du aliyan bi taybetî rewşa zarokan li kampa penaberên surî û yên li herêma Kurdistanê û çewaniya zêdetir alîkarîkirina wan di warê xwendin, saxlemî û pêkanîna jêngehke miasin li kampa Dumîz bo xweşkirina jiyna û rewşa zarokan kir.
Leya Zerogî nûnera taybet ya sekreterê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û nakokiyên çekdarî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo wê alîkariya pêşkeşî koçberên surî dike kir û hêvî xwest ku li ser hevkarî û hevahengiya xwe berdewam bin.
Cîgirê wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê got ku, hikûmeta Kurdistanê dê li ser wan hevakrî û alîkariyan berdewam be lê divê civaka navdewletî jî bo berprisiyariya xwe rabe û aktîvtir destê alîkariyê bo koçberê surî yên li herêma Kurdistanê dirêz bike




