Birîtaniya bi giringiyeke mezin li têkeliyên xwe yên digel herêma Kurdistanê dinere

Hewlêr-KDP.info/ Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdisdtanê û şîretmendê siyasiyê sefaretxaneya Birîtaniyayê li Iraqê, li bajarê Hewlêrê civiyan û çend mijarên giring gotûbêj kirin.
Di civînekê de ku, Karwan cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê li hember pêşhat û guhertinên hermî û Iraqê kir û tekîd li ser giringiya hebûna têkeliyên xurt û berfireh digel Birîtaniyayê kir.
Çavîd Batil şîretmendê sefaretxaneya Brîtaniyayê got ku, hikûmeta brîtanî bi giringiyeke mezin li têkeliyên xwe yên digel herêma Kurdistanê, weke herêmeke aram û biîstîqrar a federal li Iraqê, dinêre û hikmeta Birîtaniyayê dixwaze wan têkeliyên bi herêma Kurdistanê re zêdetir, bi tyabetî di warêkulturî, rewşenbîrî û zanîngehan de, berfirehtir bike.
Her du aliyan pêşhat, guhertin û bûyerên herêmî û li Iraqê diqewimin nirxandin û di vê çarçoveyê de behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê û çewaniya zêdetir alîkariya wan hat kirin.




