26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Desteya Bilind ya kurdî nikarî rolê xwe bibîne

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Nûnerê Parta Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) diyar kir ku, Desteya Bilind ya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li ser binemayê rêkikevtina hewlêrê hate avakirin û birastî jî pênigaveka giring bû, lê nûnerên PYD yên di nav desteya bilind bizav kirin hemû tişt di bin çavdêriya wan de bê kirin û gelek kar bê agahdariya endamên dî yên desteyê hatine kirin û ji ber vê yekê jî 3 endamên Destiyê dest ji karê xwe berdan.
Seyid Umer nûnerê El-Partî li herêma Kurdistanê ji rojnama Evro re diyar kir ku, Desteya Bilind ya kurdî ji encama rêkikevtina hewlêrê hate avakirin û birastî jî pênigaveka gelek giring bû û got: " Lê nûnerê PYD yên di nav Desteya Bilind ya kurdî bi derbazbûna demê bizav kirin endamên dî yên ser bi Encûmena Niştimanî ya kurdî bê rol bihêlin û gelek caran jî kar bi navê Desteya Bilind ya kurdî hatine kirin ku tenê endamên PYD jê agahdar bûne û ji ber vê yekê jî Desteya Bilind ya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê nikarî rolê xwe bibîne û piştî rûdana Amûdê jî 3 endamên destê yên ser bi Encûmena Niştimanî ya kurdî dest ji karê xwe kêşan."
Navhatî di berdewamiya axivtina xwe de ew yek jî diyar kir ku, di navbera me û PYD de demeke danustandin hene û beriya rûdana Amûdê em li ser gelek xalan jî rêkikevtbûn û wan bo du rojan delîve ji me xwastbûn da li gel hevalên xwe behsê naveroka rêkikevtinê biken û got: " Lê beriya du roj temam bin ew bûyerên Amûdê çêbûn û ji ber vê yekê jî carê ew rêkikevtina me li gel PYD wisa maye."
Nûnerê El-Partî di berdewamiya axavtina xwe da ew yek jî diyar kir ku heke PYD pêgiriyê bi rêkikevtina Hewlêrê bike dê hemû pirsên ku hene bêne çarekirin û em jî bo vê yekê bizavê dikin û got: " Em rijdîn li gel PYD rêkikevtinekê çêbikin, çunku yek ji xalên herî giring ya rêkikevtinê ku me divê çê bibe eve ku şerê birakujî li Rojavayê Kurdistanê bihête heram kirin û eve jî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê destkevtineka mezin be

Nûçeyên têkildar