26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Dirêj kirina dema erkdariya serok ne daxwaza Barzanî bû ne jî daxwaza PDKê bû

Çavkanî: KDP.info

Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di hevpeyvîneke xwe de ya bi rojnameya Elheyat ya Londonê re ragehand ku, armanc ji dirêj kirina dema erkdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî çareser kirina kêşeyên siyasî yên Kurdistanê ye.

Fazil Mîranî herwiha eşkere kiriye ku, dirêj kirina dema erkdarî ne daxwaza Serok bû ne jî daxwaza PDKê belku, hewldanek bû bo çareser kirin û cîhbicîh kirina daxwazên gelê Kurd li Kurdistanê de.

Mîranî eşkere kir ku, niha li deverê de cure aloziyek heye û ev aloziya han jî bandor li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên Kurdistanê jî kiriye lewre dibe amadekariyek hatiba kirin û ev tiştên ku, qewmîn jî cureyek amadekariya ruhî û civakî bû daku, xelk bikarêbe bi buyerên din re rûbirû bibe. KTV

Nûçeyên têkildar