Peyama Serok Barzanî ya ji bo 32yemîn xula derçûyên zanîngeha Selaheddînê

Êvara roja pênçşema 05.07.2013 rêwresma derçûna sîh û duyemîn xula derçûyên zanîngeha Selahedîn birêve çû, bi vê helkeftê ve birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pêşkêşî mamostayan û xwendekarên derçûyê îsal ya zanîngeha Selahedîn kir û peyam jî ji aliyê birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê ve hate xwendin. Eve jî naveroka wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Mamostayên birêz
Xwendekarên delal
Mîhvan û amadevanên birêz
Xuşk û birayên birêz
Cihê xweşhalî û serfîraziye ku zanîngeha Selahedîn polekî dinê xwendekaran pêgihandiye û îro li keşekî azad û aram da ahenga sîh û dûyemîn xula derçûyên xwendekarên ezîzên zanîngeha Selahedîn birêve diçê. Bi vê helkeftê ve germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên derçûyê vê xulê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Bi pêwîstî dizanim destxweşiyê li hemû mamostayên birêzê zanîngeha Selahedîn bikim ku li hemû pêvajoyek de bê westan nehiştine pêvajoya xwendinê raweste û cihê destê wan li pêşketina civaka Kurdistanî diyar û berbiçave.
Mamosta û xwendekarên delal
Xweşbextane niha hejmarekî zêdeyê zanîngeh û peymangeh û navenda xwendina akademî li Kurdistanê da hene û salane hejmarekî zêdeyê xwendekar û pîspor ji bo xizmetkirina welat pêdigihin. Ew girîngiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zanîngeh û mamosta û xwendekaran dide cihê pêzanînê ye. Lê belê li gel wê yekê jî pêwîste hemû aliyek bi hemû şiyanek ve hewl bidin ku naveroka wan û lêkolîn û sîstema xwendin serdemiyanetir bê û li gel rûhê pêşketina lezgîniya zanistî biguncê û bingehên azadiya hizir û endîşe li lêkolînên zanistî û akademiyan da biçespê. Pêwîste pêwendiya navbera zanîngeh û kertên dinê civakê berfirehtir bibê û ew zanista li zanîngeh fêrî xwendekaran dike li ser jiyana civakê jî reng bide û bibê sedema geşbûna pîşesazî û çandin û pizîşkî û perwerde û pêşveçûna wan hemû warên ku pêwîstin bi jiyana mirov û xweşguzeraniya civak û parastina welat.
Birêz:
Perwerdekirina kadirên zanistî û pîspor erkekî qurs û hestiyare, ji ber ku ji bilî wê yekê pêwîste li warê zanistî da şareza û pispor bê divê bi awayekî jî pêbigihînin ku li beranber kêşe û kêmasiyên civakê jî xwe bi berpirsiyar bizanê. Ji bo vê mebestê divê li zanîngehên me de xwendekar pêbigihe ku bawerî bi xwe hebê û hez ji welatê xwe bike û şanaziyê bi destkeft û şiyanên welatê xwe bike. Divê xwendekarên Kurdistanî bi perwerdeya neteweyî û aştîxwazî û pêkvejiyanê bibin û ew bawerî li cem wan dirust bibê ku welatê wan ji wan welatên pêşketî ne kêmtire û armanca mezina pêşketina welatê xwe û xizmetkirina xelk bê. Li beranber da pêwîste hemû cûre hêsankarî û keresteya xwendinekî baş û hevşan li gel standardên cîhanî ji bo xwendekarên ezîz dabîn bê kirin û li planê stratejiyan jî da çi li kertên hikûmî û çi li kertê taybet da warê karkirin û sûdwergirtina ji pisporiya xwendekarê derçuyan bête pêşbînî kirin. Paşaroja vî welatî li destê xwendekaran daye û paşarojeke geş li benda vî welatî ye ku zanîngehên dewlemend û bihêz bin û xwendekar hişyar û zîrek û berpirsiyar perwerde bike.
Amadevanên birêz:
Hemû aliyek dilniya dikim ku paşaroja Kurdistanê gelek ronake. Li sayeya xebat û kolnedana gelê Kurdistanê û qurbanîdan û xwîna şehîdên Kurdistanê berev pêşve hengav tênê û hişyariya komelên xelk li astekî baş daye û ji her demekî zêdetir xelkê Kurdistanê hêvî bi paşarojê heye û hez li pêşketinê ye. Niha dinyaya derve bi çavekî rêz ve temaşa welatê me dikin. Dema wê yekê hatiye em hemû serbarî hebûna cûdahiya bîr û ramanan, ku xwe bi xwe de yek ji destkeftê giranbihayên gelê me, dest bêxîn li nav destên hevdû û em hemû bîr li pêşketin û avadankirina Kurdistanê bikin. Pêwîste em hemû baweriyê bi xwe bînin û çarenûs û paşaroja xwe bi destê xwe binexşênîn. Divê wê baweriya xwe bihêz bikîn ku dikarîn hemû hêviyan pêkbînin.
Dûbare ji dil ve xweşhalim bi derçûna we. Pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serketinê ji bo we dixwazim. Her ji bo Kurdistanê bimînin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.07.2013




