25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîna hevbeşa her dû Mekteba Siyasiya YNK û PDK kir

Çavkanî: KDP.info

Berî nîvroya 04.07.2013 li Selahedîn, bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her dû Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.

Civîn taybet bû bi şêwîrîn û danustandina bîr û ramanan yên di derbarê bi doz û keysên pêwîstî bi destûr û hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêm û biryarên dawî yê Parlemena Kurdistanê bûn.

Li rojên pêş de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta şêwirîna zêdetir li gel aliyên din komdibe.

Her wiha li kombûnê da guhertinên nû yên qada siyasiya Iraq û Kurdistan û navçeyê jî hate nirxandin.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya Fransa û hevdîtinên li wan welatan li civînê de behs kir.

Her wiha li civînê de serdana çaverêkirî ya Serokê Herêm ya Bexda ku li rojên pêş de dihête encam dan, behsa wê yekê kir û guftûgo li vî derbarî de kir. Li vê serdanê da şandekî hikûmî û siyasî pêkhatî ji nûnerên hizban hevrêyiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar